9'ê Kanûna 1897'an: Yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê derket

  • 09:11 9 Kanûn 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Komek jinên bi navê "Serhildêrên Nû" di 1897'an de yekemîn rojnameya femînîst a cîhanê ya bi navê “La Fronde” weşandin. 
 
Hinek geşedanên di îro de qewimîne wiha ne:
 
1895: Ji Rêveberên têkoşîna azadiyê ya Maoriyan ên welatiyên herêmî yên Zelandaya Nû Whina Cooper ji dayik bû. Whina bi têkoşîna xwe ya polîtîk dihat naskirin. Whina di 1951'an de bû seroka Yekîtiya jinên Maoriyê. Di 1994'an de di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
1895: Siyasetmedara komunîst Dolores Ibárruri li herêma Bask a Îspanyayê hat dinê. Dolores afrînera dirûşma "No Pasaran-Rêyek nîne" bû.
  
2002: Michele Norris, li Eyaleta Washingtona Emerîkayê bû pêşkeşvana yekem a jin a bernameya nûçeyan a Radyoya National Public Radio.
 
2002: Li Qada Xinereyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê Sarya  (Neriman Bozak) a PKK'yî û komek hevalên wê di bin aşîtê de man û jiyana xwe ji dest dan. Sarya ji Elmanyayê beşdarî PKK'ê bûbû. 
 
2013: Li Hîndistanê zagona jinan ji destdirêjiya zayendî ya li cihê kar diparêze ket meriyetê. Zagona nû pênaseya tecawizê berfireh kir. 
 
2017: Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Kurd a Rûsyayê li Moskovayê Konferansa Jina Kurd pêk hat. Delege ji Krasnodar, Saratov, Tambov, Nijni-Novgırıd, Komara Xweser a Yaroslavl Adıgey beşdarî konferansê bûn. 
 
2018: Li Kuçeya Şêx Meqsûdê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven greva birçîbûnê ya 3 rojî dest pê kir.