7'ê Kanûna 2011: Jinan qedexeya şal rakirin

  • 11:23 7 Kanûn 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên endamên Egitim Senê qedexekirina şal a bi awayekî fîîlî rakirin. Jinan îro gotin em qedexeya lixwekirina pantoran nas nakin. Qedexe mehek şûnde bi awayekî fermî hat rakirin.
 
2001: Jinên endamên Egitim Senê bi bi şalên xwe çûn cihê kar û qedexeya şal a ji bo jinan bi awayekî fîîlî rakirin. Jinan îro gotin em qedexeya lixwekirina pantoran nas nakin. Qedexe mehek şûnde bi awayekî fermî hat rakirin.
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro derketin pêş ev in:
 
2004:Konferansa bi mijara Tundiya li Jinê ya Navnetweyî û Kuştinên ji bo Namûsê li payitextê Swêdê Stockholmê hat destpêkirin.
 
2018:Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Serî hilde, faşîzmê hilweşîne, rêber azad bike" meşa ji bo du rojî li dar xist.  200 jinên ciwan ji Herêma Cizirî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn.
 
2019: Jin çûn serdena Kampa Waşokaniyê ya li Bajarê Hesekê yê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Meclîsa Jinê ya PYD'ê, Tevgera Jinên Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Suryanî li vir daxuyanî dan û peymana "Tundî dagirkerî ye" dan.