19'ê Mijdara 2016: YJŞ'ê jin û zarok ji DAÎŞ'ê rizgar kirin

  • 12:17 19 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 3 jin û 5 zarokên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de dîl dihatin girtin, rizgar kirin. 
 
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di çarçoveya hemleya xwe ya bi sernavê "Tolhildana Jinên Êzidî" bi operasyona ku da destpêkirin 3 jin û 5 zarok ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2015: Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ji bo xebatên jinan Meclîsa Jinan ava kir. 
 
2015: Emel el-Kubeysi li Dewletên Ereban bû seroka meclîsê. Di dîrokê de cara yekem jinek bû seroka meclîsê.
  
2017: Tîma Kaşkaşok a Jinan a Nîjeryayê cara yekem tevlî Olipiyatên Zivistanê ya sala 2018'an bû. Ev tişt di dîroka Nîjeryayê de cara yekem bû. 
 
2017: Cecilia Bartoli tevlî Koma Sistine Şapeliyê bû li Qesra Apostolîk a Vatîkanê bû û piştî 500 sal şûnde cara yekem jinek tevlî komê bû. 
  
1917: Li Hîndistanê cara yekem Îndira Gandhi bû serokwezîr. Îro rojbûna Îndirayê ye. ilk kadın başbakanı ve en uzun başbakanlık yapan ikinci kişisi olan İndira Gandhi doğru. 
 
1988: Piştî mirina şefê cunteya leşkerî Ziya Ul Hak a sala 1988'an li Pakistanê cara yekem di sala 1977'an de hilbijartineke serbixwe pêk hat. Di 19'ê cotmeha 1988'an de Benazir Butto bû serokwezîra yekem a jin.
 
2018: Stêrk TV, Medya Haber TV,  Aryen TV, Çira TV, Ronahî TV û JIN TV ji bo balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê saet di 17.00’an de wêşana xwe rawestandin û ekranên xwe tarî kirin.