17'ê Mijdarê 2017'an: Rojnameger El Uceylî hat qetilkirin

  • 11:22 17 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Herêma El Qaîm a di navbera Sûriye û Iraqê de rojnamegera ku operasyona li dijî DAÎŞ'ê hatibû destpêkirin di şopand  Rana El Uceylî, di 17'ê Mijdara 2017'an de hat qetilkirin.
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de qewîmîne wiha ne:
 
1992: Jina reşik a feminîst, helbestkar, Audre Lorde jiyana xwe ji dest da.
 
2013: Li ser banga Kolektîfa Feminîst jinan di 17'ê Mijdarê de gotinên serok komarê tirk Recep Tayîp Erdogan ku got, "Jin û mêr li heman malê bi hev re dimînin" li Qada Taksîmê ya Stenbolê şermezar kirin. 
 
2015: Şaredariya Artemêta Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li bazara taxê standa "Ji tundiya li jinê re bibêje na" vekir. 
 
2015: Wêneyê cenazeyê gerîlayeke jin ku leşkeran bi botên xwe pê lê kiribûn hate dîtin . Weşandina wêneyê Gerîlaya YJA Starê ku ne hat zanîn li ku û di kîşan dîrokê de hatiye kêşandin bû sedema bertekan. 
 
2016: Rêxistina Kongreya Star a Lubnanê li Beyrudê bi dirûşma "Tundiya li hember jinê tundiya li hember nirxên civakê ye, em li nirxên xwe xwedî derdikevin" panel li dar xist. 
 
2017: Li herêma El Qaîm a di navbera Hirak û Sûriyeyê de rojnameger  Rana El Uceylî ya ku operasyona li dijî DAÎŞ'ê dişopand hat qetilkirin. 
 
2018: Li Kobanê jinan di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna  bi Tundiya li Hember Jinê ya Cîhanê de, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin kampanya îmzeyê dan destpêkirin. 
 
2018: Ji bo piştevaniya bi Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven re ku li dijî tecrîdê di girtîgehê de greva birçîbûnê dabû destpêkirin, li Ame, Edene, Wan, Colemêrg û li Rihayê greva birçîbûnê ya du rojan berdewam kir hat destpêkirin.
 
2019: Şanogera Navdar a tirk Yildiz Kenter jiyana xwe ji dest da. 
 
2019: Endamên Meclisa JInan a Şaredariya Sûrê li taxeke Sûrê "Daristana Jiyana Jinê" ava kirin û bi çandina 390 şitlên daran re bal kişandin ser qirkirina jinan. 
 
2020: Rojnameya Karkerên Jin, îro bi dirûşma “Li her derê, ji bo kedê her cure xeyal" dest bi weşanê kir. Rojname li ser medyaya dijîtal bû dengê kedkarên jin.