15'ê Mijdara 1990'î: Jinan li Galatasarayê wezîr şermezar kir

  • 09:08 15 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinan di 15'ê Mijdara 1990'î de li  Tirkiyeyê Wezîrê demê yê ji Malbatê Berpirs Cemîl Çîçek ji ber gotinên wî yên zayendparêz li Galatasaraya Stenbolê şermezar kir. 
 
Hin ji bûyerên dîrokî ku îro qewimîne wiha ne:
 
1984: Sekretera Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xeleh a di 2019'an de di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat qetilkirin îro ji dayik bibû.
  
2018: Li Tirkiyeyê stargeha jinan Mor Çati ji bo ku mafên jinan di çarçoveya qanûna 6284 de biparêze kampanya "Min biryar girt"  da destpêkirin.
 
2018: Li bakurê Kurdistanê ji aliyê Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhillat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD) û Komeleya Çareseriyên Nû (KÎHEP)ve li ser "Wekheviya Zayenda Civakî" semîner hatin dayîn.