14'ê Mijdara 1917: Ji bo mafê deng dayînê jinan çalakî kir

  • 10:00 14 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên endamên NWP'ê ji bo mafê deng bikaranînê di 14'ê Mijdara 1917’an de li ber Qesra Spî ya Amerîkayê çalakiyek li dar xistin. 
 
Çalakiya jinên Amerîkî ya ku ji bo bikaranîna mafê dengdayînê ya li ber Qesra Spî piştî êrîşa dewletê hat bidawîkirin. Alice Paul, Lucy Burns û Mary Nolana 73 salî û endamên Partiya Jinên Neteweyî (NWP), xwestin dengê xwe bighînin raya giştî. Bi mehan li cihên cuda bi komî nobed girtin û çalakiya xwe pêk anîn. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên din ên girîng ku îro qewimîne wiha ne:
 
2017: Girtiyên jin ên PKK, PAJK'ê û MLKP'y'î  bertek nîşanî gotinên sefîrê Emerîkî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kar anîn dan û jê re faks şandin. 
 
2018: Belgefîlma Nujîn di dema Êrîşên li heberî DAÎŞ'ê yên li ser kobanê de ku jiyana 3 jinên şervanên YPJ'ê mijara wê bû, li Hindistanê hêjayî xelata taybet a juriyê û li Emerîkayê jî xelata belgefîlma herî baş girt.