7'ê Mijdara 1867'an: Fîzîkzana navdar Marîe Curîe îro hat dinê

  • 12:03 7 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Kimyager Marie Curie, di 7'ê Mijdara 1867'an de hat dinê. Di qada radyoaktiviteyê de lêkolînên girîng kir û di encama van lêkolînan de Xelata Nobelê girt. Mariyê di 1903'yan de Xelata Fîzîkê ya Nobelê û di 1911'an de Xelata Kîmyayê ya Nobelê girt. Marie yekem jine ku Xelata Nobelê girtiye. Di heman demê de yekem mirova zanistiyê ye ku ev xelat du caran girtiye. 
   
1878: Kîmyager û Fîzîknas, Lise Meitner li Viyanaya Avusturyayê îro ji dayik bû. Lise ya ku piştî Marie Curie 11 sali şûnde di heman rojê de ji dayik bû. Lîse ji xebatên Marîe bi bandor û fisyona nukleerê keşif kir û Xelata Kîmyayê ya Nobelê girt. 
 
1916: Jeannete Rankin a ku li dijî sufrajet şer têkoşîn dida ji bo Meclîsa Nûnertiya Amerîkayê hat bijartin. Cara yekem jinek ji bo nûnertiya meclîsê hat hilbijartin. 
 
2015: Li Paytexta Îspanyayê, Madritê bi banga 400 rêxistinên jinan bi hezaran kes li dijî tundiya li ser jinê meş li dar xistin.Gelek nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî beşdarî meşa berî hilbijartinên 20'ê Kanûnê bûn. 
 
2016: Bi hezaran jinan li Fransayê ji bo ferqiya meaşên di navbera zayendan de şermezar bikin 4 sali berê îro saet di 16.34'an de dest ji kar berdan. Ji avakarên tevgera femînîst a bi navê Les Glorieuses, Rebecca Amsellem gotibû, "Jinên Firansayî ji bo heqdestê mêr qezenc dikin, bikin di salê de 38.2 rojî zêdetir dixebitin".
 
2020: Jinên Meksîkayî piştrî da kampanyaya Kongreya Star a bi navê "Ji qirkirin û dagirkirinê re na! Em jiyan û jinê bi hev re biparêzin".