6'ê Mijdara 1991'an: Leyla Zana li Meclîsê bi kurdî axivî

  • 09:11 6 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Siyasetmedara kurd Leyla Zana li Meclîsê bi kurdî axivî û bû rojeva Tirkiyeyê. Leylayê di sala 1991’an de "Ji bo Gelê Kurd û Tirk" sondxwar. Ji ber vê sedemê bi êrîşên nijadî re rûbirû ma. 
 
Leyla Zana û Hatîp Dicle bi Partiya Gel a Demokrat a Çepgir (SHP) ket hilbijartinê û bi ser ketin. Bi sekna xwe li Meclîsê bi êrîşan re rûbirû man. Di 6'ê mijdarê de li Meclîsê Leyla helwesta “Min ew sonde ji bo Gelê Kurd û Gelê Tirk xwend” nîşanda. Hatîp Dîcle jî diyar kir ku ez wê metnê di nava zext û zordariyê de dixwînim. Derbarê herdu siyasetmedaran de êrîşên nîjadî dest pê kir. 
 
2014: Di kêliya ku êrişên DAÎŞ'ê zêde bûbûn û bi 10 hezaran kes koçî sînorên Kobanê bûbûn Aktivîsta Mafên Jinan a ku li Zanîngeha Marmarayê lîsans dikir, Kader Ortakaya, li dijî hovîtiya ku dihat kirin bêdeng nema û li ser sînorên Kobanê di nava zîncîra mirovatiyê de cihê xwe girt. Kadera ku bi mehan ji zincîra mirovatiyê neqetiya ji aliyê leşkeran ve îro hat qetilkirin. 
 
2015: Sarwat El Şarawî (72) bi hinceta ku li hemberî leşkerên Îsraîlê êrîş pêk bîne ji hêla leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin. 
 
2015: Ji hêla şaredariya Liceya Amedê ve Meclîsa Jinan hat avakirin. 
 
2017: Li bakûrê Îrlandayê kurtaj qedexe bû, ji ber vê sedemê gelek jin ji bo kurtajê berê xwe didan Îngilistanê. Li Îngilistanê bi pereyek zêde kurtaj dikirin. Hikûmeta Îskoçyayê biryarek da û diyar kir ku jinên bakûrê Îrlandayê dikarin bên li vir bê pere kurtajê bibin. Biryara hikûmetê ji hêla jinan ve erênî hat dîtin.