5'ê Mijdara 2018'an: Nivîskara kurd Meryem Qazî jiyana xwe ji dest da

  • 09:07 5 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskara kurd a ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Meryemê, di heman demê de li Mehabadê aktivîsta mafên jinan bû. Meryemê berî jiyana xwe ji dest bide biryara darvekirinê ya Helale Mihemed asteng kiribû
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
2009: Nivîskarê Rojnameya Vakitê Huseyin Uzmez ê 76 salî yê êrişa zayendî li zaroka 14 salî kir û piştre hat girtin piştî 6 mehan şûnde hat berdan. Li her aliyên Tirkiyeyê jin li dijî vê yekê derketin û şermezar kirin. 
 
2016: ACTÎT û SKB'ê li Parisê li dijî binçavkirina parlamenterên HDP'ê çalakiya korsan li dar xistin. Kolanên qerebalix ji trafîkê re girtin û gara trênê ya mezin dagir kirin. 
 
2017: Li Swîsreyê di 1908'an de Free Thînkers (Yekitiya Fikrên Azad), xelata xwe ya Fikrên Azad ku cara yekê di 2015'an de dest bi dayîna wê kiribû da rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a ku ji ber di sala 2016'an de ji ber nûçeyên li Nisêbînê çêkiribûn di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dihat girtin  û rojnameger û nivîskar Masîh Elînejad a ku li Emerîqayê li sirgunê dima.    
 
2017: Polîsên îtalî li Deryaspî di keştiya bi navê "Cantabria" ya şer a Spanyayê de 9 jê jinên ducanî, nêzî 20'ên wan zarok bi giştî 375 penaber dîtibûn. Her wiha di heman keştiyê de cenazeyê 26 zarokên keç jî hatibû dîtin. 
 
2017: Bi sedan malbatên li Meşleba Reqayê koç kirin piştî koçberiya 6 mehan şûnde vegeriyan ser axa xwe ya ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin. 
 
2018: Nivîskara kurd a ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Meryemê, di heman demê de li Mahabatê aktîvîsta mafên jinan bû. Meryemê berî jiyana xwe ji dest bide biryara darvekirinê ya Helale Mihemed asteng kiribû.