2'yê Mijdara 1786'an: Anne Knight hat dinê

  • 09:50 2 Mijdar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Anne Knight ku di dîrok têkoşîna jinan de cihek girîng digire îro hat dinê. Anne li hemberî koletiyê her tim di nava têkoşînê de bû. Nehiştin parêzvana mafên mirovan Anne tevlî Peymana Têkoşîna li Dijî Koletiya Cîhanê bibe. Anne piştî astengiyê dest bi têkoşîna mafên jinan kir. Di sala 1847'an de ji bo mafê dengdayînê ya jinan cara yekem broşûrek derxist. Di sala 1851'an de jî bi jinên Îngilizan re ji bo mafê dengdayînê ya jinan Rêxistina Siyasî ya Jinan Sheffieldê ava kirin. Anne, di 4'ê cotmeha 1862’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1989: Femînistan li dijî tacizê li Kadikoy û Karakoyê li dijî tacizê derziyên mor belavkirin. Femînistên Enqerê û Stenbolê li dijî êrişên zayendî biryara têkoşîna hevpar dan. 
 
2015: Li Kîel a Elmanyayê jin li Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk civiyan 30 komînên jinan hatin avakirin.