30'yê Cotmeha 2013'yan: Ayşe Gokkan dest bi rojiya mirinê kir

  • 10:29 30 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan ji bo avakirina 'dîwarê şermê' bi dawî bibe çalakiya xwe ya rûniştindinê di 30'yê cotmeha 2013'yan de veguhert rojiya mirinê. Welatiyên Nisêbînê jî li dijî dîwarê şermê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Lê belê hevdîtina Ayşe Gokkan û welatiyan bi bombeyên gazê yên îsotê hat astengkirin. 
 
1838: Enstituya Oberlin Collegiate ya li Ohio, cara yekem xwendevanên jin girt. Ev tişt di dîroka Amerîkayê de yekem bû. 
 
1839: Perwerdekar Flora Stevenson a Îskoçyayî hat dinê. Flora ji bo parastina zarokên xizan her tim di nav hewldanan de bû. Her wiha heta dawiya emrê xwe jî ji bo mafê dengdayîna jinan di nav têkoşînê de bû. 
 
1902: Ji wênesazên jin a sedsala 20'emîn a Meksîkayê Maria Izquierdo, di 30'yê Cotmeha 1902'yan de li Meksîkayê ji dayik bû. 
 
1938: Elizabeth Abimbola Awoliyi bû hekîma yekem a jin a Nîjeryayê. 
 
1962: Li Zambiyayê jinan mafê hilbijartinê bi dest xistin. 
 
1976: Li Hîndîstanê zagona Destheqiya Wekhev hat qebûlkirin. 
  
2016: Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin. Berdevka KJA'yê ji ber rewş şermezar kir di heman demê de hat girtin. 
 
2016: Hewildana Jinê ya Aştiyê (BÎKG) 6'emîn konferansa xwe pêk anî. 
 
2016: Mohr li Ajansa Jinê (JINHA) ya bi KHK'ê hat girtin, hat xistin. 
 
2017: Bi perspektîfa navneteweyî, Konferansa Mafên Jinê ya Komeleya Piştigiriya Berendamên Jin (KA-DER) hat lidarxistin. 
 
2017: Li Erebistana Siudî ya ku bi Şerîatê tê birêvebirin, biryar hat dayîn ku jin dikarin bi malbata xwe re biçin stadyuman. 
 
2017: Endeksa Ewlehî û Aştiyê ya Jinan (GÎWPS) û Enstituya Lêkolîna Aştiyê ya Oslo (PRIO) rapora ku ji 84 rûpelan pêk tê bi sernavê “Aştî û ewlehî, bi tevlîbûna jinan a qada civakê pêkan e" weşand. Di raporê de rewşa jinên 153 welatan hat nirxandin. Di nav wan welatan de Tirkiye di rêza 105'an de cih digirt.