24'ê Cotmeha 1975'an: Li Îzlandayê jinan dest bi grevê kirin

  • 11:25 24 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Îzlandayê ji sedî 90 jin tevlî grevê bûn, neçûn kar, karê malê nekirin, xwarin çênekirin û zarok xwedî nekirin. Di sala 1975’an de jinan ji bo girîngiya jinê ya di qada aborî û civakê de nîşan bidin dest bi grevê kirin. Jinan di greva xwe de bal kişandin ser newekheviya heqdestê ê newekheviya di nava civakê de. Ji sedî 90 jin tevlî çalakiyê bûn. Ji bo vê rojê jî mêr nirxandina "Îna herî dirêj" kirin. Ji bo jinan jî bû roja pîrozbahiyê. 
 
1929: Pirtûka Virginia Woolf a bi navê "Odeyeke aîde xwe' wekî qerîna femînistan tê nirxandin û di 24'ê cotmeha 1929'an de hat çapkirin. Pirtûk li dijî cudakariya di navbera jin û mêran de hatibû nivîsandin, ji bo jinan jî ev pirtûk wekî manîfestoyek bû.
 
2005: Parêzvana mafên mirovan a Amerikayê Rosa Louîse Parks jiyana xwe ji dest da. 
 
2017: Jinên Êfrînê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civiyan û banga bilindkirina têkoşînê kirin. 
 
2017: Ji bo aştiyê li gelek bajaran endamên Dayikên Aştiyê bi rêketin û li Enqerê civiyan û berê xwe dan Meclîsê. 
 
2017: Cenazeyê endama YJA STAR Zelal Kartal a ku li Liceya Amedê jiyana xwe ji dest dabû li Qereqola Angolê 44 roj bû hatibû rawestandin îro hat hilgirtin. Cenaze ji hêla jinan ve li Goristana Yenîkoya Amedê hat defînkirin. 
 
2019: Li Amûd û Girkê Legê jinan li dijî êrişên Arteşa Tirk daketin qadan û peyama berxwedanê dan. 
 
2019: Seroka Lîjneya Rêveberiya Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmet, li Meclîsa Nûnertiyan a Amerîkayê axivî. Îlham wêneyên welatiyên ku hatine qetilkirin nîşanî meclîsê da.