20'ê Cotmeha 2017'an: Jinên Arjantînî li dijî êrîşa zayendî dest ji kar berdan

  • 10:11 20 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Arjantînê jinan li dijî êrîşa zayendî ya li Lucîa Perez a 16 salî ku ji aliyê çeteyên hişbirê ve hat kirin û ew qetil kirin saetekê dest ji kar berdan û derketin kolanan. 
 
Hin bûyerên dîrokî ku di vê rojê de qewimî ne wiha ne:
 
1740: Nivîskar Isaelle de Charriere îro hat dinê. Isaelle di Serdema Ronakbûna Rojavaya Ewropaya de gelek feyde da nivîskariya jinê. Bi esle xwe xelkê Hollandayê ye, nivîskariya seneryoya şanoyê û bestekariya muzîka klasîk a rojavayî jî kiriye. 
 
2004: Nivîskara Avusturaliyayî ya feminîst Elfirîde Jelînek, di 2004'an de Xelata Nobelê girt. 
 
2015: Gulay Unuvar Ozdeş, di nav damezirandina Arteşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) de cih girt. Her wiha di nava nifşê 68'an de bû. Gulay ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Koordînator Konferansa Jinan a Ewropayê Monîka Gaertner- Engel, ji Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak re nameyek şand, doza derbarê wê de hat vekirin şermezar kir û ew vexwend 2'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê.