10'ê Cotmeha 2015'an: Di Komkujiya Gara Enqereyê de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:31 10 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê mîtinga "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de rû dane wiha ne:
 
1093: Bi pêşengiya Emmeline Pankhurst û Christabel ji aliyê Yekîtiya Polîtîk û Civakî ya Jinan ve ji bo wekheviya civakî û dengdayinê ya jinan li Keyaniya Yekîtiyê ya ku bi navê Sufrajetî dihat binavkirin Manchester hat avakirin. Heta 1914'an bi awayekî  çalak xebitî. 
 
2015: Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê mîtinga "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
2018: Nûçegîhan Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin bi hinceta "Îxbara cidî heye" hat girtin. Ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ya lê dihat darizandin ve 7 sal û 6 meh ceza li Sedayê hat birîn.