8'ê Cotmeha 1917: Alexsandra Kollantaî bû wezîra yekem a cîhanê

  • 13:34 8 Cotmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Alexsandra Kollantaî ku bû wezîra yekem a cîhanê li Yekitiya Sovyetan erka xwe bi cih anî ye. Alexsandra ya ku bû sefîra yekem a cîhanê, nêrîna xwe ya di warê azadiyê de li gel partiya xwe aniye ziman.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di di dîrokê de qewimî ne wiha ne:
 
1847:  Gul Scott di 8'ê  Cotmeha 1847’an de li Awusturalya yê ji dayik bû. Gulê ji bo mafê bijartin û hilbijartinê  yê jinan têkoşîn daye û Yekitiya Perwerdê ya Siyasî jî damezrandi ye. Gulê di 1925'an de li Sîdneyê jiyana xwe ji dest da.
 
 2000: 2 hezar jin beşdarî mîtînga "Meşa Jinê ya Cîhanê" ya Koordînasyona Tirkiyeyê ya di sala 2000'î de pêk hat, bûn. Çalakiyê ji Hipodromê dest pê kir û heta Tandoganê bi dawî bû. Metna  têkoşîna li dijî tundiya mêr, xizanî û şer bi kurdî, îngilizî û tirkî hat xwendin. Li Enqereyê cara yekem bi kurdî bang hat kirin. 
 
 2018: 6'emîn Mîhrîcana Filmên Bêasteng ku yek ji organizasyonên cîhanê ya taybet bû hat lidarxistin. Pêşbirka di navbera 5 filmên 2017'an ên ku li gelek mîhrîcanan cihê xwe girtibûn hat lidarxistin.