29'ê Îlona 1979'an: Audre Lorde pêşdaraziya femînistan rexne kir

  • 11:27 29 Îlon 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Audre Lorde, reşikî di panela "Taybet û Polîtîk" a Konferansa Zayenda Duyem a ku li New Yorkê pêk hatî de li hemberî akademisyenên jin ên spî de axaftinek kir. Aurde bi sernavê "Amûrên efendiyan, tu carî malên efendiyan parçe nakin" fikr û ramanê xwe di panelê de anî ziman. Axaftinên xwe yên ku di konferansê de kiribû pişt re bi navê "Xwişkên ku hatin vederkirin" pirtûkek çap kir. Tevgerên femînist piştî axaftina Audreyê derbarê, netew, nijad, temen, astengdarî, zayend de fikr û ramanên xwe guhertin.
 
1810: Elizabeth Cleghorn Gaskell îro hat dinê. Di sala 1832'yan de portreya Elizabeth xez kir û gelek pirtûk nivîsand. Pirtûkên Elizabeth bi taybetî xitabî hemû civakê dikir û di nav civakê de jî dihat ecibandin. Di vê serdemê de hejmara nivîskarên jin kêm bûn. Elizabeth, bi hewldana xwe di wêjeya cîhanê de cih girt. Di sedsala 20'an de nivîsên wê wek kevn û colterî hat nirxandin. Elizabeth Gaskell, di nav romanivîsên îngilîzî Victori cih girt. Di 12'ê cotmeha 1865'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Ji hêla Midûriyeta Xizmetên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve li dijî şîdeta li hemberî jinê yekineyek hat avakirin. Lê di 11'ê îlona 2016'an de bi tayînkirina qeyûmê re xebatên yekineyê hatin astengkirin. 
 
2016: Rojanamegera Elmanî Janina F. di sala 2015'an de li Sûriyeyê ji hêla çeteyên El Nusrayê ve hatibû rewandin serbest hat berdan. Bi hinceta dê agahî bidin Janinayê xistin kêminê û ew rewandin. Piştî diyaloga ku bi Elmanyayê re pêk hatî serbest hat berdan. 
 
2016: Atolyeya Jinan a Hêvî ji hêla Şaredariya Êlihê ve di sala 2011'an de hatibû vekirin û bi tayînkirina qeyûmê xebatên atolyeyê hat rawestandin. 
 
2017: Di 11'ê sibata 2015'an de Ozgecan Arslan piştî ku bi tecawizê re rûbirû ma bi hovane hatibû qetilkirin. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsa Mêrsînê bi hinceta "êrişa zayendî" 22 sal û 6 meh ceza da kujer Fatîh Gokçe. 
 
2019: Meşa Jinan a Cîhanê li Cenevreya Swîsreyê bi navê "Jin, koçberî û penaberî" hevdîtina jinan pêk hat. Jinên kurd, jinên swîsreyî û ewropayî di hevdîtinê de bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan.