21'ê Îlona 2017'an: Dayika Şemiyê Guzel Şahîn jiyana xwe ji dest da

  • 11:33 21 Îlon 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Dayika Şemiyê Guzel Şahîn jiyana xwe ji dest da û li Goristana Gulsuyî bi dirûşm û stranan hat definkirin. Guzel Şahîn ji sala 1995'an heta îro li Qada Galatasarayê bi dayikan re di nav çalakiyan de bû. 
 
1974: Jacqueline Susann di 20'ê tebaxa 1918'an de li Philadelphiayê hat dinê. Romannivîs û lîstîkvana Amerîkî bi romana xwe ya Geliyê Pitikan a sala 1966'an weşand pirtûka ku herî zêde hat firotin bû. Piştre Makîneya Evînê (1969) û Carek tenê têr nake (1973) pirtûkên ku herî zêde hatine firotin e.  Di 21'ê îlona 1974'an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
2014: Bi pêşengiya Koma li dijî Kuştina Jinan, bi sedan jin kom bûn û kuştina Jesca ya Ugandayî şermezar kirin. 
 
2015: Bi banga Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê gelek jinên ku ji bajarên cuda kom bûn xwe gihandin Cizirê. Jinan bi jinên taxê re civiyan û piştre çûn serdan goristanan, ên ku di pêvajoya qedexeya derketina li derve de jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
2016: Bi pêşengiya Kongreya Star bi sedan jin li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Kornîşa Qamişloyê kom bûn. Tecrîd şermezar kirin. 
 
2016: Jinên kurd li ber Parlamentoya Ewropayê kom bûn û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
2016: Şandeya ku ji hêla Kongreya Jinên Azad (KJA) ve hat avakirin li Silêmaniyê bi saziyên sivîl ên jinan re hevdîtin pêk anîn. 
 
2019: Li Ispanyayê jin li dijî şîdeta li hemberî jinan daketin qadan.