14'ê Îlona 2004: Çalakiya 'Em li dijî Tundiya li ser Jinê ya li TCK'yê Dimeşin' hat lidarxistin

  • 11:35 14 Îlon 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Jin ji bo îtirazên li dijî pêşnûmeya Zagona Cezayê Tirk li Enqereyê hatin gel hevdu û 17 sal berê li dû pankarta "Bedena Me Zayenda Me ya Me ye-Em li dijî Tundiya li ser Jinê ya li TCK'yê Dimeşin" ber bi meclîsê ve meşiyan .
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1816: Edîtor û nivîskara Emerîqayî Mary Hall Barret Adams îro ji dayik bû. Mary di 8'ê Kanûna 1860'î de jiyana xwe ji dest da. 
 
1857: Embriyolog û siyasetmedar a Emerîqayî Julia Platt, îro ji dayik bû. Ew li gelek zanîngehan xebitî. 
 
1934: Femînîst, perwerdekar, hunermend û nivîskara Emerîqayî Katherine Murray Millet îro ji dayik bû. Wê li Zanîngeha Oxfordê xwend û ew bi asta rûmetê ya yekem a pola yekem hat xelatkirin. Her wiha di navbera 2011 û 2013'an de Xelata Wêjeyê ya Lamda Pioneer girt. 
 
2016: Endama Lijneya Şêwrê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin Nivîskar û zimanzan Necmiye Alpay a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin ji aliyê Navenda Penê ya Elmanyayê ya Swêdê (DSZP) wekî endama rûmetê hat hilbijartin. DSZP'ê bal kişand ser şerdên zor ên nivîskar û rojnamegerên li Tirkiyeyê di nav de ne.