28'ê Tebaxa 2013'yan: 9'emîn Hevdîtina Meşa Jinan a Cîhanê pêk hat

  • 10:08 28 Tebax 2021
  • Di Dîrokê De Îro
9'emîn Hevdîtina Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê bi tevlîbûna jinên ji 48 welatan li bajarê Sao Paula ya Brezîlyayê pêk hat. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser bedena jinê, xweza û kedê. Aktîvîsta aştiyê ya ku ji Efganîstanê tevlî bû Malalai Joya bi navê "Li Efganîstanê îrtîca" raporek pêşkeşî hevdîtinê kir. 
 
2012: Shulamith Firestone ya 67 salî bi pirtûka xwe ya Diyalektîka Zayendê di dîroka têkoşîna femînstan de cihek girîng girt.  Shulamith îro jiyana xwe ji dest da.  
 
2014: Malbatên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne li ber Walîtîya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anibûn û di roja 74'emîn de çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê. 
 
2015: Xebatkarên jin ên Şaredariya Çinara Amedê avakirina Meclîsa Jinan a Şaredariya Çinarê îlan kirin. Meclîs bi armanca jinan tevlî mekanîzmayên biryardayînê bikin hat avakirin. 
 
2016: Polîsan bi ser Navenda Giştî a Rojnameya Azadiya Welat de girtin û 27 xebatkarên rojnameyê binçav kirin. Rojnameger ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe li ber navendê kom bû û bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" piştevaniya xwe anîn ziman.