18'ê Tebaxa 1911'an: Parêzvana mafên sivîlan Amelîa Boynton hat dinê

  • 11:34 18 Tebax 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Amelia Isadora Boynton Robinson a ku di nav tevgera mafê sivîlan de cih digirt îro hat dinê. Amelia di sala 1965'an de pêşengtiya meşa Mongomeriyê ya azadî û wekheviyê kir. Di sala 1990'an de Nîşaneya Azadî ya Martin Luther King Jr. girt. 
 
1902: Zanyara xwezayê û nivîskar Margaret Thomas Murie îro hat dinê. Margaret wekî pîrika "Tevgera Parastinê" tê nasîn û ji bo sazkirina Qanûna Wildernessê jî rolek girîng lîst. Ji ber têkoşîna wê ya ji bo xezayê Nîşaneya Audubon, Xelata John Muirê û Nîşaneya Azadiyê ya Serokatiyê girt. 
 
1911: Amelia Isadora Boynton Robinson a ku di nav tevgera mafê sivîlan de cih digirt îro hat dinê. Amelia di sala 1965'an de pêşengtiya meşa Mongomeriyê ya azadî û wekheviyê kir. Di sala 1990'an de Nîşaneya Azadî ya Martin Luther King Jr. girt. 
 
1911: Bernamesaza yekem a kompitûrê Klara Dan von Neumannn îro hat dinê. Klara, zanyara kompitûrê navê xwe li dîrokê nivîsand. 
 
1923: Li Îngilistanê cara yekem ji bo jinan şampiyona atletîzm a neteweyî hat organîzekirin.