16'ê Tebaxa 2016'an: Rojnameya Ozgur Gundem hat girtin

  • 10:46 16 Tebax 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameya Ozgur Gundem bi îdiaya “Propagandaya PKK'ê kiriye" 5 sal beriya niha îro ji hêla 8'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stenbolê ve hat girtin.  Avahiya rojnameyê di heman rojê de hat mohrkirin. Her wiha xebatkarên rojnameyê bi êrişa polîsan re rûbirû ma û hatin binçavkirin. 
 
1949: Nivîskar û rojnamegera Amerîkî Margaret Munnerlyn Mitchell di 8'ê mijdara 1900'î de hat dinê. Margaret bi romana "Wekî bayê derbas bû" tê nasîn. Bi vê romana xwe di sala 1936’an de Xelata Pulîtzerê girt. 72 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da û nivîsên wê di pirtûketî de hatin komkirin. 
 
1998: Serdama Ronesansê de Dorothy West a Amerîkî nivîskariya çîrokan dikir 2'yê hezîrana 1907’an de hat dinê. Ji malbatekê reşîkî bû û bi nivîskariya xwe ya çîrokan tê nasîn. Doroty, 23 sal beriyan niha îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2002: Trena Aştiyê ya Jinan, ji bo tevlî Lûtkeya Pêşketina Domdar a Cîhanê (WSSD) bibe ji bajarê Ugandayê ber bi bajarê Johannesburga a başûrê Efrîkayê ve bi rêket. Rêwîtiya dîrokî 19 sal beriya niha îro pêk hat. 70 zêdetir komên jinan ve rêwitiya trenê hat organîzekirin. 
 
2018: Xwedî li Xelata 18'emîna Grammyê Aretha Franklin jiyana xwe ji dest da. Di sala 2010'an de tedawiya penceşêrê didît. Di sala 2017'an de dev jî muzîkê berda bû.