10'ê Tebaxa 2015'an: Ekîn Wan a rûmeta jinan jiyana xwe ji dest da

  • 11:16 10 Tebax 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Li Gimgima Mûşê di 10'ê Tebaxa 2015'an de di pêvçûna di navbera PKK û TSK'ê de Kader Kevser Eltur (Ekin Wan) jiyana xwe ji dest da.  
 
Sîstema dewlet-mêr ji bo heyfê ji têkoşîna bi biryar a Ekînê bistîne û tirsê belav bike bedena Ekînê teşhîr kir. Wêneyên têkildarî vê yekê li ser medyaya dîjîtal belav bû. Li dijî vê êrişê jin daketin qadan û xwedî li bedena Ekînê derketin. Bi rojan bi dirûşmên "Bedena tazî ya Ekîn Wan rûmeta me ye" û pankartên hatin hilgirtin êrişa li ser bedena jinê hat şermezarkirin.
 
Hineke bûyerên girîng ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1896: Nivîskar, wergervan, rojnameger, şoreşger a Çekî Milena Jesenská ji dayik bû. Ji ber rojnameyeke illegal çap dikir û nivîsên xwe û karên bi sosyalîstan dikir navê Milenayê her di nava lîsteya kesên lê dihatin gerandin de bû. Dîsa jî wê li dijî vê yekê şer tercîh kir. 
 
1972: Şervana azadiyê û şoreşgar Zeynep Kinaci (Zîlan) a li Dêrsimê di 30'yê Hezîrana 1996'an de di dema merasîma alê de ket nav leşkeran û êrişa întixarê pêk anî ji dayik bû. 
 
2015: Civîna Meclîsa Jinê ya Êzidiyan a Şengalê hat lidarxistin. Di civînê de ji bo xebat baştir bên meşandin komîte hatin avakirin. 
 
2015: Li paytexta Kathmanduyê ya Nepalê jinan li dijî pêşnûmeya zagona newekhevî di nava xwe de dihewand li kuçeyan dest bi çalakiya nobetê kirin.