29'ê Tîrmeha 2017: Rojnamegera Fransî Sophîe Huet mir

  • 12:22 29 Tîrmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Rojnameger Fransî Sophîe Huet a ku di 29'ê Tîrmeha 2017'an de ji be nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, di 20'ê Çileya 1952'yan de li Parîsê ji dayik bibû. 
 
Sophîe, ya ku ji bo Rojnameya Le Fîgaro nûçeyên siyasetê amade dikirin, jina yekem a ku bû seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Parlamentoyê. Sophîe, di 1978'an de dest li Parlamentoya Fransayê bi nûçegîhantiyê dest bi rojnamegeriyê kiribû.  
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1900: Yek ji pêşengên têkoşîna kedkarên Îtalyayê, rojanemgera feminîst Teresa Noce îro li bajarê Torînoyê ji dayik bû. 
 
1950: Seroka Cemiyeta Aştîxwaz a Tirkiyeyê Behîce Boran û Sekreterê Giştî Adnan Cemgîl hatin giritn .Cemiyetê şandina leşkan a Koreyê şermezar kiribû. 
 
2009:Rêxistinên jin ên Hindistanê li Delhîya Nu çalakî li dar xistin û pêkanînên kontrola zayînê şermezar kirin. Li eyaleta Pradeş 151 jin, bi piştevaniya malî ya dewletê beriya zewaca komî di kontrola bekaretê re hatibû derbaskirin.