27'ê Tîrmeha 2015: Ji bo Abdullah Ocalan 200 parêzer çûn Gemlikê

  • 09:27 27 Tîrmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
200 parêzerî li Gemlikê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. 
 
Bi banga Meclîsa Hiqûqnasên Kurdistanê 200 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ji bo şermezarkirina astengikirina hevdîtinê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 4 sal in didomiya û serlêdana hevdîtinê li ber Fermandariya Cendirmeya Gemlikê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê parêzerên xwestin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin hatin astenkirin. Dozgeriyê bi hinceta "keştî xirabeye" serlêdana hevdîtinê red kir. 
 
Hinek geşedanên girîng ên din ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1946: Romanûs û nivîskara ceribandinê Gertrude Stein di 3'yê Sibata 1874'an de li Pennsylvaniayê ji dayik bû. Wê rê li ber tevgerên huner û wêjeyê yên navneteweyî vekir. Gertrude Stein, ji ber pençeşêra made di 27'ê Tîrmeha 1946'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da. 
 
2011: Hevdîtina parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocan a bi wî re hat astengkirin. Piştî wê dîrokê şûnde hevdîtina parêzeran dîsa hat astengkirin.  
 
2015: Piştî meşa Mêrsîna ku gora Leyla Şaylemez a yek ji 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatibû qetilkirin bû, vekirina bîrdariya gorê hat kirin.  
 
2016: Piştî êrişa bombeyî ya li ser Qamişloyê Koordînasyona Kantonên Rojava 3 rojan şîn îlan kir.