23'yê Tîrmeha 2015'an: Jin li hemberî şer daketin qadan

  • 13:16 23 Tîrmeh 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 23'yê Tîrmeha 2015'an de di pêşengiya Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê de bi sedan jinên ku kom bûn, piştî Komkujiya Pirsûsê li dijî şer bang kirin. Jinên ku li Îskeleya Kdikoy- Emînonî ya Stenbolê hatin gel hev, bi bi beroş, tef, darbuka û pizpîzkên ku li wan dan gotin "ji şer re na"
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku wê ji Pirsûsê derbasî Kobanê bibûna xwestin li ber Navenda Çandê ya Amarayê daxuyaniyekê bidin. Ciwanên ku daxuyanî dan bûn hedefa bombeya zindî ya çeteyê DAÎŞ'ê. Di encama teqînê de 33 kesî jiyana xwe ji dest da  û zêdeyî100 kes jî hatin birîndarkirin.
 
Hin bûyerên girîng ên din ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
2001: Dîah Permata Megawatî Setîawatî Sukarnoputrî, bû serkomara yekem a li Endonezyayê û di navbera salên 2001-2004'an de serkomartî kir.  
 
2016: Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Heyeta ku got, qedexeya birina agahiyan a di serdema OHAL'ê de tecrîdeke giran a nû ye, wiha got, "Ev biryareke ku di serdema darbeyên sivîl û leşekrî de li dijî gelên aştîxwaz tê dayîn biryareke provokatîf e. Em di serî de bang li CPT, Rêxisitna Efûyê û hemû saziyên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku hestiyar tevbigrin."
 
2018: Yek ji damezrîneraTevgera Jinên Feminîst (FEMEN)  Oksana Shachko di 31 saliya xwe de bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. e
 
2020: Hewldana Jin bi hev re bi Hêzin, ku li dijî tundiya li jinê, qirkirin, êrîşên zayendî û LGBTÎ+'yan li Şîşliya Stenbolê çalakî kir got, "Ew ê destûrê nedin ku peymana Stenbolê bê fesihkirin."