5'ê Hezîrana 2015'an: DAÎŞ'ê êrişî mîtinga HDP'ê kir

  • 10:03 5 Hezîran 2021
  • Di Dîrokê De Îro
DAÎŞ'ê êrişa bombeyî li mîtinga HDP'ê ya Qada Îstasyona Amedê hat lidarxistin, pêk anî. 
 
Di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyona Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mîting li dar xist. DAÎŞ'ê li mîtingê êrişa bombeyî pêk anî. Dê wê demê de Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş dema dikiara derketa ser dikê êriş pêk hat. Di encama teqînê de Ramazan Yildiz 16), Necati Kulur (47), Şehmuz Kaçan (34), Ciwan Arslan (17) û Alî Turkmen (65) hatin qetilkirin. Dora 400 kesî birîndar bûn. Têkoşîna HDP'yiyan pêşî li komkujiyeke mezin girt. Ji ser doza komkujiyê 6 sal derbas bûn. Lê belê bersûcên esas ên komkujiyê nehatin darizandin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1973: Doris A. Davis yekem jina Efrîqayî-Emerîqayî ya li Emerîqayê bû seroka şaredariyê ye. Doris ji sedî 55 deng girt û bû seroka şaredara bajarê Comptonê ya eyaleta California Emerîqayê. 
 
2019:Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar, Emin Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. 
 
2020: Di 4'ê Hezîranê de parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari hat xistin û piştî karên wan ên li Edliyeya Amedê hatin girtin.