‘Ronîkirina qetilkirina Narînê qetilkirinên li Kurdistanê jî ronî bike’

  • 09:15 22 Îlon 2024
  • Rojane
 
RIHA - Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan der barê polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin û qetilkirina Narîn Guran de nirxandin kir. Adaletê diyar kir ku pir çi hatiye dîtin ne, çima hatiye qetilkirin divê bê pirsîn û wiha got: “Ronîkirina qetilkirina Narînê wê gelek qetilkirinên li Kurdistanê jî ronî bike.”
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bibû û cenazeya wê di 8’ê îlonê de Çemê Egertutmaz hatibû dîtin. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê Narîn hatiye fetisandin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dayika Narînê, Yuksel Guran, bira Enes Guran, apên wê Salîm û Fuat Guran û gelek xizmên wê tê de 11 kes hatin girtin.
Piştî qetilkirina Narînê polîtîkayên şer ên li bajarên Kurdistanê dîsa bal kişandin. Dengê tevgera jinên Kurd û saziyên civaka sivîl ên li herêmê xebatan dimeşînin bilind dibe.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fidan der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Doz bi encam nabin
 
Adaletê da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet der barê tasfiyekirina civakê de ne û wiha dirêjî dayê: “Rastiyeke serdestan a dixwazin xwe li ser qadên çandî, polîtîk, leşkerî, civakî heyî bikin heye. Dema em rastiya pergala baviksalar dipîvin; yên herî zêde tên binpêkirin jin, zarok û xweza ye. Li Kurdistanê bikaranîna hişbirê daketiye temenê pir biçûk. Ji ber pirsgirêkên aborî karkeriya zarokan zêde bûye. Di vî alî de di mijara destdirêjî û qetilkirina zarokan de polîtîkaya bêcezahiştinê vê zîhniyetê xurt dike. Di gelek dozên ku destê peywirdarên dewletê tê de ye de encamek nayê girtin. Serê bûyeran tê veşartin.”
 
‘Dixwazin rastiya civakê tune bikin’
 
Adaletê daxuyakirin ku li Kurdistanê polîtîkayên asîmilasyonê di dewrê de ye û li dijî van polîtîyana jî têkoşîna jinan di dewrê de ye. Adaletê wiha bi lêv kir: “Têkoşîneke ku jin pêşeniya wê dikin heye. Di vê nokteyê de jin û zarok tên windakirin. Em dibînin ku jinên ji civakê re pêşengiyê dikin tên qetilkirin. Di şexsê jin û zarokan de civak tê tunekirin. Em li qetilkirina Narîn Guran binêrin, têkiliya apê wê bi dewletê re heye. Hemû kontrola vî gundî di destê vî kesî de ye. Ev kes jî bi karên qirêj tê zanîn. Kaçaxvaniya çekan, hişbir, heta fuhuşê. Em dikarin rastiyeke ji nasnameya exlaqî û polîtîk dûr ketiye bigirin dest. Der barê kesên li gund dijîn de gelek îdia hene: gorên komî, çek…Divê ev îdia hemû bên lêkolînkirin. Bûyer ber bi magazînê ve kişandin, ji bo manîpulekirinê ye.”
 
‘Divê pirsa ‘Çima Narîn hat qetilkirin?’ bê pirsîn’
 
Adaletê daxuyakirin ku qetilkirina Narînê dikşînin gelek aliyên cuda û wiha pê de çû: “Gumanên der barê bûyera Narînê de ji aliyê hemû civakê ve tê nîqaşkirin. Bûyerê dikşînin aliyê magazînê û lê ev tu baweriya wê tuneye. Ji pirsa ‘Narîn bû şahidê çi?’ wêdetir divê pirsa ‘Narîn Çima hat qetilkirin?’ bê pirsîn. Çapemeniya desthilatdar vê dikşîne aliyên cuda.  Di daxuyaniya ku malbatê daye de jî vê bi hêzên derve re girê didin. Hewl didin bikin mijareke absurt. Bi vê nêrînê dixwazin nêrîna civakê biguherin û civakê bixapînin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bilind bikin’
 
Adaletê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de Erdogan, hemû daxuyaniyên rayedaran bi hev re dikeve nakokiyê. Em mekanîzmayeke dewletê ya hewl didin serê bûyerê bigirin dibînin. Qetilkirina Narînê em tenê bi qetilkirina zarokekê re sînor nabînin. Ev mijar Tirkiyeyê eleqeder dike. Ronîkirina qetilkirina Narînê, wê gelek qetilkirinên li Kurdistanê jî ronî bike. Em wekî TJA'yê heta ku bûyer neyê lêkolînkirin wê têkoşîna me bidome.”