'Çapemeniya Azad rastiyên veşartî eşkere dike'

  • 10:34 22 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
WAN- Jinên ku bertek nîşanî serdegirtina mala Rojnameger Rabîa Onver ku ji ber dosyaya derbarê çeteya fuhuş û tiryakê li Colemêrgê çêkir derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn dan, diyar kirin ku Çapemeniya Azad rastiyên veşartî eşkere dike. 
 
Polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên hikûmetê yên li hemberî gelê Kurd roj bi roj dewam dikin, xebatkarên Çapemeniya Azad ên van polîtîkayan deşfre dikin dibin hedef. Li navçeya Gever a Colemêrgê berî bi demekê piştî ku dîmenê zaroka bi navê P.K. ya 17 salî ku ji aliyê Ayşegul Akdogan ve tundî lê hatîye kirin eşkere bûn. Li ser medya dijîtal bertekên li hemberî wê tundiyê zêde bûn.  Nûçegihana me Rabia Önver ku piştî belavbûna van dîmenan dest bi lêkolînê kir, xwe gihand jin û zarokên ku Ayşegul Akdogan tundî li wan kiriye û ji aliyê Ayşegul Akdogan ve bi darê zorê tiryak û fuhuş li wan hatiye ferzkirin. Piştî ku nûçeya Rabîa Onver a ku li ser vê mijarê agahî da bal kişand ser xwe, dewletê li şûna ku Ayşegul Akdogan ceza bike, bi ser mala Rabîa de girt û der barê wê de biryara girtinê derxist.
 
Jinan bertek nîşanî êrîşa li hemberî Rabîa û çapemeniya azad dan.
 
'Eşkere tê dîtin ku zextên li ser rojnamegerên jin zêde dibin'
 
Femînîst Ozlem Şen, diyar kir ku dema qeyûm tayînî şaredariya  Colemêrgê hatiye kirin weke komek femînîst di serdana xwe de bûne şahid ku gel jî bahsa heman mijarê dikir û  got, “Di vê mijarê de nûçeyên din jî hebûn. Lê sedema vê biryara girtinê ya ku piştî nûçeya dawî hat dayîn, detaya ku gel jî bahsa heman mijarê kiriye ye. Yanî sedema bingehîn a zextên li ser Çapemeniya Azad ew e ku gel dest bi axaftinê kir. Bi rastî ez wisa difikirim ku ev hem astengkirina azadiya îfadeyê û hem jî ji bo tepisandina bertekên li hemberî vê polîtîkaya dewletê ye. Eşkere tê dîtin ku ev zext bi taybetî li ser rojnamegerên jin her ku diçe zêde dibe.Tevî ku li Kurdistanê rojnamevanên jin bi awayekî cidî li dijî vê yekê têdikoşin jî, lê bi nêrîna min bertekeke kolektîf a hemû saziyên çapemeniyê yên li welêt dikare pêşî li vê yekê bigire."
 
'Ji belavbûna tiryakê dewlet berpirs e'
 
Ozlemê bal kişand ser mijara nûçeyê, diyar kir ku dewlet di vê xalê de li hemberî belavbûna tiryakê xwedî hin erk û berpirsyariyan e û got, "Li şûna ku vê yekê pêk bîne, zextên li ser çapemeniyê zêde dike. Ji vê armcan c ew e ku ji bo rastiyên hatine veşartin carke din veşêre dixwaze çapemeniyê bêdeng bike." 
 
'Pêdiviya me bi çapemeniya azad heye'
 
Ozlemê diyar kir ku mijar ne tenê tiryake û destnîşan kir ku li welat pergala bêcezakirina sûcdaran heye û got, “Rewşeke wisa heye ku sûcdarên şîdeta li ser jinê tên parastin û beraatkirin. Herî dawî me ev yek di qetilkirina Narîn a Amedê de dît. Em dibînin ku di her rewşa şîdetê de dewlet ser digire. Di siyaseta  xwe ya li hemberî kiryaran de bêdeng may. Ji bo ku raya giştî li hember bûyerên li Amed û Colemêrgê diqewimin  bertek nîşan bide, ji bo ku em vana li her derê welêt bibihîzin, pêdivî bi Çapemeniyeke Azad heye. Bi rastî her bajarek pirsgirêkek xwe ya bingehîn heye û em dixwazin rê nedin ku ev pirsgirêk li her derê deng vede û mezin bibe. Ez li ser navê xwe spasiya Çapemeniya Azad dikim ku li gel hemû zextan jî têkoşîn da. Eger ew nebûna, weke kesekî li Stenbolê dijîya, min ê nekarîbûya van serpêhatiyan hîn bibim û ne jî bibihîzim û ez ê li hemberî vê yekê siyaset bimeşînim. Armanca wan qelskirina wê ye, ez dibînim ku armanc ev e. Lê ev polîtîkayeke ku bi salan e tê domandine. Ev rastiyeke ku wê ev zext bidomin jî ev rastiyek e ku têkoşîna azad wê bidome ye."
 
'Dê têkoşîn bidome'
 
Ozlem, diyar kir ku netew dewlet bi sedsalan e ku hewl didin şîdeta xwe di çarçoveya normên xwe de meşrû bikin û destnîşan kir ku bi hincetên xwe vê şîdetê rewa dikin û got, "Lê ev yek wekheviya wê ya civakî nîne û li dijî vê yekê ye. Armanc ew e ku 'dewlet ji bo civakê heye'. Em dibînin ku têkiliyên qirêj ên ku di van demên dawî de me dît, têkiliya dewletê bi hin pêkhateyan re ji bo ku zextên xwe zêdetir bike, bi saya Çapemeniya Azad nekariye rê li ber eşkerebûnê bigire. Dema ku ev yek dibe, tundûtûjî bêguman zêde dibe. Lê ew nikare bigihêje encamê."
 
'Li dijî tundiya ku derdikeve holê divê em xwe bi rêxistin bikin'
 
Ozlem, anî ziman ku ji bo tundî ji holê rabe divê pêşî şerê taybet eşkere bie û wiha got: “Ev kêm zêde  derketiye holê. Lê divê em jî li dijî vê tundiya ku derdikeve holê xwe bi rêxistin bikin. Tişta ku dewlet li hemberî vê rêxistinê pir eşkere dike ew e ku şerekî ku demokrasî, tevgera femînîst, jin, tevgera jin û demokratên radîkal ên ku dikarin vê têkoşîna hevpar ava bikin, ji hev vediqetîne û ji hev dixe. Dibe ku di vê nuqteyêem bêtir ji vê yekê haydar bin. Ji bo em têkoşîneke hevpar bimeşînin, divê em her tim ji gotara dewletê dûr bikevin û li dijî vê axaftinê nîqaşa xwe ava bikin."
 
'Êrîşeke qirêj û bê bingeh e'
 
Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun jî diyar kir ku li dijî rojnamegerên ku ji bo mafê agahîgirtina raya giştî dixebitin êrîşên giran tên kirin. Yasemîn, da zanîn ku heta niha çapemeniya Azad gelek bedel daye û got, “Di bûyera dawî de ez vê êrîşa li hemberî hevala me ya rojnameger a ku dixwaze jinên êrîş li wan tên kirin biparêze û têkoşîna jinan îfade dike, êrîşeke qirêj û bê bingeh e. Ev êrîş weke berdewamiya polîtîkayên şerê taybet jî tê binavkirin. Ev nayê qebûlkirin. Serdegirtina mala kesekî ku karê xwe yê rojnamegeriyê dike û girtina wan ne tiştekî dewleteke ku dibêje ew li dijî tiryak û fuhuşê ye bike ye. Ev nayê qebûlkirin."
 
'Di mijara bêdengkirina Rabîayê de divê em li niyeteke din bigerin'
 
Yasemîn, diyar kir ku divê kiryar bên girtin û nûçeyên Rabîa weke îxbar bê dîtin û çalakî bên kirin û wiha got: “Divê li niyeteke din bê mêzekirin ku çima bêdengkirina Rabîayê ji xwe re kiriye mijar. Ez van destwerdanan ji bo girtin û kolekirina gel bi tiryak û tiştên mîna wan dihesibînim,"
 
'Divê em li dijî vê tarîtiyê têbikoşin'
 
Yasemîn diyar kir ku tenê Çapemeniya Azad dikare pêdiviya gel a bi nûçeyan têr bike û wiha got: “Çapemeniya Azad ew e ku tiştên diqewimin ji me re radigihîne, tiştan derdixe holê û rastiyên veşartî . Li ser vê yekê ne tenê rojnamegeran di heman demê de mafê agahî girtina raya giştî jî ji dest tê girtin. Ez vê weke êrîşekê dibînim. Ev perspektîfek bi mantiqa 'Bila nehêlin gel rastiyan bizane û hîn nebe, em bi awayekî bêdeng bikin û têkoşîna wan asteng bikin' tevdigere. Divê em her tim li dijî vê bin. Weke ku di qetilkirina Narînê de jî tê dîtin, tevî hewldanên rojnamegeran zêdeyî mehekê ye jî agahî derneketiye holê, gef li rojnamegeran tên xwarin, delîl tên veşartin, derdorên ku bi awayekî bi wan re hevkariyê dikin hene. Ji bo eşkerekirina heqîqetê pêwîst e li dijî vê tarîtiyê têkoşîn bê kirin. Polîtîkayên şerê taybet bi têkoşîna rojnamegeran a ji bo karê xwe bikin û rastiyan derxin holê ji holê rakin. Di heman demê de hem ji bo mafê me yê wergirtina nûçeyan û hem jî ji bo eşkerekirina rastiyan pêwîste em li kêleka rojnamegeran bin. Divê em bi wan re hevgirtinê nîşan bidin.  
Divê em bi awayekî têkoşîna wan bilind bikin.”