22'yê Îlona 1692'yan: 7 jinên bi pîreboktiyê dihatin sûcdarkirin darve kirin

  • 09:06 22 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Piştî darizandinên 1692'yan ên li Dadgeha Salem a Pîrebokan, di 22'yê Îlona 1692'yan de 7 jinên ku bi pîreboktiyê dihatin sûcdarkirin hatin darvekirin. Li Dadgehên Salemê di 15 mehan de ji 20 kesî zêdetir mirov hatin darizandin û 20 kes bi cezayê kuştinê hat cezakirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de pêk hatin wiha ne:
 
1984: Jinên li hemberî avakirina santrala termîkê ya li Kendava Gokovayê derketin çalakî li dar xistin. 
 
2014: Di çarçoveya çalakiyên ji bo amadekariya Muzeya Roboskê de, li Amedê Pêşangeha bi navê, " Rûbirûbûn û Piştevanî" ya wêneyan hat vekirin.
 
2016: Jin li dijî qedexekirina pêşengê olî Ayetullah Alî Hamaney ê îranî ku siwarbûna bîsîkletê ya jinan qedexe kir li bîsîkletê siwar bûn û wêneyên xwe yên li bîsîkletê siwar bûn, li ser medya dijîtal parve kirin.
 
2016: Ji aliyê leşkerên hêza taybet a Tirkiyeyê ve li jineke gerîlaya PKK'ê îşkence hatibû kirin û wêneyên wê li ser medyaya dijîtal hatibûn parvekirin. HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev kes endama wan Sema Amed e. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî derbarê bûyerê de serlêdana sûc kiribû.
 
2018: Li Swîsreyê bi deh hezaran jinan, bi daxwaza karê wekhev mûçeyê wekhev meş li dar xistin.
 
2018: Şaredariya Kadikoyê û Komeleya Piştevaniyê ya Ardiçê "Mîhrîcana Jiyana bi hev re ya Kadikoyê" li dar xistin û bi jinan re hat gel hevdu. 
 
2019: Li Îranê Seher Hudayarî ya ku xwestibû biçe musabakaya maçê temaşe bike hatibû girtin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Seher piştî vê bedena xwe dabû ber agir. Li ser vê jinan li Stenbolê çalakiya bi dirûşma "Jin ji bo Hudayarî derdikevin qadê" li dar xistibûn. 
  
2019: Platforma ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Girtin, li Eywana Konferansê ya Baroya Êlihê, bi dirûşma, "73 ferman û têkoşîna jinên êzidî ya ji bo azadiyê" komxebat li dar xistin.