24'ê Çileya 2013: Pinar selek bi cezayê muebetê hat cezakirin

  • 10:46 24 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Feminîst Pinar Selek, ji doza ku berî bi 8 salan îro daneşîna wê hatibû kirin cezayê muebetê girt. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
2013: Feminîst û sosyologa Pinar Selek ji doza jê dihat darizandin bi cezayê mubetê hat cezakirin, lê cezayê li Pinarê hat birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hat xirakirin û piştî ji nû ve hat darizandin di 19'ê Çileya 2014'an de hat beraetkirin. 
 
2015: Meclisa Jinên Êzidî ya Elmanyayê 2'emîn Konferansa xwe li bajarê Bîelefeldê li Zanîngeha Bîelfeldê bi tevlibûna 150 delegeyan pêk anî. Di konferansê de Fermana 73'an a di 3'yê Tebaxê li Şengalê hat serê êzidiyan hat nirxandin. 
 
2019: Ji bo Parlamentara Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir, dir ora 78'emîn a çalakiya wê de Rêxistina Jinên Ciwan li ser medya civakî kampnya da destpêkirin.