Di komxebatê de azadiya Abdullah Ocalan hat bibîrxistin

  • 16:41 22 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Di komxebata Jineolojiyê ya bi sernavê "Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne" ku di roja duemîn de berdewam kir de Sebahat Tuncel axivî û got, "Xwedîyê fikra jin jiyan azadî Abdullah Ocalan e û îro rêhevalên wî yên jin vê fikrê mezin dikin. Ger ku em ê bahsa aştiya li Rojhilata Navîn bikin bêyî ku em bahsa azadiya Birêz Ocaln bikin em nikarin dest pê bikin."
 
Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duyemîn de berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî), Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, beşdarî komxebatê bûn. 
 
Li salona komxebatê pankarta "Li dijî pergala mêrê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne" hat daliqandin.
 
Piştî navberê komxebat bi rûniştina xwe ya dawî berdewam kir. Xebatkara Kovara Jineoloji Elîf Tirenç Îpek moderatoriya rûniştina dawî ya bi sernavê "Li dijî şer û polîtîkayên bilindkirina rastgir ên netew-dewlet û milîtarîzmê, têkoşîna hevpar a lêgerîna jinan a ji bo azadî û aştiyê" kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel axaftin kirin.
 
'Dewletê bi qetilkirina îtîbara Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd berdewam kir'
 
Çîgdem Kiliçgûn Uçar a ku yekemîn axaftina rûniştina dawî kir, bal kişand ser pirsgirêka Kurd û got, “Dewletê bi qetilkirina îtîbara Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd domand. Lê di nava hefteyekê de birêz Ocalan wek qasidê aştiyê hat qebûlkirin. Dema em werin Rojhilata Navîn, polîtîkayên enerjî û ewlehiyê konsepta şer a serdema nû diyar dike. Şer çawa tê kirin? Mînak, teknolojî di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de rolek girîng dilîze. Bi rêya teknolojiyê bang li gel tê kirin. Teknolojî jî pêşbîniyê dikuje. Di vê wateyê de, pêşbîniyek derbarê şer dê kengê biqede tune ye. Rastiya ku korîdorên enerjiyê ji Rojhilata Navîn derbas dibin, Rojhilata Navîn girîng dike û bal kişand ser konseptên şer.
 
Nûçeya nûçegihana me Rabia Onver hat bibîrxisitn
 
Çîgdemê, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û bal kişand ser nûçeya nûçegihana ajansa me Rabîa Onver û hedefgirtina wê. Çîgdemê got, “MGK’ê plana hilweşînê çêkir. Ji ber vê yek biryar ka dê çend kes bimirin jî dide. Di şerên taybet de bombe, ÎHA û SÎHA tune ne, lê di asteke pir xeternak de ye. Kesên ku ji bo Kurdistanê hatine wezîfedarkirin jî bi baldarî têne hilbijartin. Ji mela heta karmend hemû bi taybet tên hilbijartin. Çîgdem, diyar kir ku nikarin bi amblema TJA'yê bikevin qada mîtîngê, lê li her derê Kurdistanê tiryak tê bicihkirin û bal kişand ser asta şerê taybet.
 
Referansa jin, jiyan, azadî
 
Çîgdemê her wiha destnîşan kir ku divê li ser gotina "rejîma komkirina leşkerî" bê nîqaşkirin û got, divê hawirdora şer a AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê afirandiye were lêkolînkirin. Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê dirûşma "Jin jiyan azadî" bi hev re were berfirehkirin.
 
'Xwediyê fikriyata Jin jiyan azadî Birêz Abdullah Ocalan e'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel axivî û bal kişand ser bandora nîqaşên 2 rojan. Sebahat bi gotina, "Pirsgirêka azadiyê dewam dike" bal kişand ser baviksalarî û şîdeta dewletê û bal kişand ser asta ku Tevgera Jinên Kurd gihaştiye.Sebahat anî ziman ku yekemîn modela hevserokatiyê li vir pêk hatiye. Sebahat her wiha bal kişand ser fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got, “Fikra Jin jiyan azadî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Îro rêhevalên wî yên jin ev fikir berfireh kirine. Ger em ê behsa aştiya Rojhilata Navîn bikin, bêyî ku behsa azadiya Birêz Ocalan bêkirin, em nikarin dest pê bikin. Bêyî ku em behsa polîtîkayên tecrîdê bikin, ne pêkan e ku em li Tirkiyeyê behsa aştiyê bikin."
 
'Netew dewlet tundiyê hildiberîne'
 
Sebahat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser netew-dewletê û got, “Netew dewlet bi xwe mekanîzmayeke ku tundiyê hildiberîne.  Netew dewlet bi xwe timî nakokî û şer diafirîne. Deriyên dewletê li welatiyan qedexe ye. Cihê ku her cure xerabî lê tên afirandin e. Dewlet tenê bi tundiyê dikare hebûna xwe biafirîne. Divê em nîqaş bikin ka em çawa dikarin qada netewe dewletê teng bikin û deriyê neteweya demokratîk vekin. Azadiya jinê, azadiya çînan, azadiya civakî bi aştiyê ve girêdayî ye."
 
Piştî axaftinan komxebat bi pirs û bersivan hat dewamkirin.
 
Komxebat dê piştî axaftina girtinê bi dawî bibe.