24'ê Çileya 2013: Pinar selek bi cezayê muebetê hat cezakirin 2021-01-24 10:46:30     Feminîst Pinar Selek, ji doza ku berî bi 8 salan îro daneşîna wê hatibû kirin cezayê muebetê girt.    Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:   2013: Feminîst û sosyologa Pinar Selek ji doza jê dihat darizandin bi cezayê mubetê hat cezakirin, lê cezayê li Pinarê hat birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hat xirakirin û piştî ji nû ve hat darizandin di 19'ê Çileya 2014'an de hat beraetkirin.    2015: Meclisa Jinên Êzidî ya Elmanyayê 2'emîn Konferansa xwe li bajarê Bîelefeldê li Zanîngeha Bîelfeldê bi tevlibûna 150 delegeyan pêk anî. Di konferansê de Fermana 73'an a di 3'yê Tebaxê li Şengalê hat serê êzidiyan hat nirxandin.    2019: Ji bo Parlamentara Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir, dir ora 78'emîn a çalakiya wê de Rêxistina Jinên Ciwan li ser medya civakî kampnya da destpêkirin.