Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 32’emîn de ye

  • 18:15 22 Îlon 2024
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê îro jî berdewam kir. Şenyaşar, got: “Heta edalet pêk tê ez ê ji vir neçim.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê ku di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî hatiye girtin, di roja 32’yemîn de berdewam kir. 
 
Emîne Şenyaşar, dovîza bi nivîsa “Edalet” hilgirt û got: “Edalet tune ye. Tenê zilmê dikin. Ev 7 sal in ez li edaletê digerim. Yên ku zarokên min li nexweşxaneyê qetil kirin serbest in lê kurê min ê birîndar xistin hefsê. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim. Heta ku edalet pêk tê ez ê ji vir neçim. Heke bimrim jî ez ê li vir bimrim.”