20'ê Kanûna 2015'an KJA'yê AVM dagir kir

  • 10:58 20 Kanûn 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Aktîvîstên KJA'yê ku bi KHK'ê hat girtin, di 20'ê Kanûna 2015'an  de, ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên di 2015'an de ên dema qedxya derketina kolanan ku li Cizîr û Sîlopiyê pêk hatin, li Enqerê AVM'yek dagir kirin.
 
2015: Bi kongreya ku li payitextê Fransa Parîsê hat lidarxistin Meclisa Jinan a Zînê hat îlankirin. 
 
2015: Ji aliyê Akademiya Şehîd Dilovan ve li Kobanê cara yekê tabura HPC'ê ya ku ji jinan pêk tê hat avakirin. 
 
2015: Li Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a bi hinceta îlankirina xweseriyê li taxên Nur û Cûdiyê yên Cizîra Şirnexê du jin di encama êrîşa çekdarî de birîndar bûn. Jina bi navê Guler Yamalak ku li taxa Nûrê birîndar bû zaroka 8 mehî ya di nava wê de bi mirîtî jê re bû. Li taxa Cûdiyê jî Hediye Çete giran birîndar bû. Herwiha dîsa li taxa Cûdiyê Hanim Tunç a 17 salî birîndar bû. 
 
 2015: Li Şirnexê di dema qedexyê de Zeynep Yilmaz  a ku ji serê xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Aktîvîstên KJA'yê ku bi KHK'ê hat girtin, di 20'ê Kanûna 2015'an  de, ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên di 2015'an de ên dema qedxya derketina kolanan ku li Cizîr û Sîlopiyê pêk hatin, li Enqerê AVM'yek dagir kirin. 
 
2015: Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Ayşe Buruntekîn a 40 salî bi guleya tîmên tabet jiyana xwe ji dest da.  
 
2019: Wekqfa Piştevaniya Jinan, derbarê aboriya jinê de panel li dar xist.