20'ê Kanûna 2015'an KJA'yê AVM dagir kir 2020-12-20 10:58:53   Aktîvîstên KJA'yê ku bi KHK'ê hat girtin, di 20'ê Kanûna 2015'an  de, ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên di 2015'an de ên dema qedxya derketina kolanan ku li Cizîr û Sîlopiyê pêk hatin, li Enqerê AVM'yek dagir kirin.   2015: Bi kongreya ku li payitextê Fransa Parîsê hat lidarxistin Meclisa Jinan a Zînê hat îlankirin.    2015: Ji aliyê Akademiya Şehîd Dilovan ve li Kobanê cara yekê tabura HPC'ê ya ku ji jinan pêk tê hat avakirin.    2015: Li Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a bi hinceta îlankirina xweseriyê li taxên Nur û Cûdiyê yên Cizîra Şirnexê du jin di encama êrîşa çekdarî de birîndar bûn. Jina bi navê Guler Yamalak ku li taxa Nûrê birîndar bû zaroka 8 mehî ya di nava wê de bi mirîtî jê re bû. Li taxa Cûdiyê jî Hediye Çete giran birîndar bû. Herwiha dîsa li taxa Cûdiyê Hanim Tunç a 17 salî birîndar bû.     2015: Li Şirnexê di dema qedexyê de Zeynep Yilmaz  a ku ji serê xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da.    2015: Aktîvîstên KJA'yê ku bi KHK'ê hat girtin, di 20'ê Kanûna 2015'an  de, ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên di 2015'an de ên dema qedxya derketina kolanan ku li Cizîr û Sîlopiyê pêk hatin, li Enqerê AVM'yek dagir kirin.    2015: Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Ayşe Buruntekîn a 40 salî bi guleya tîmên tabet jiyana xwe ji dest da.     2019: Wekqfa Piştevaniya Jinan, derbarê aboriya jinê de panel li dar xist.