16'ê Cotmeha 1996'an: Klînîka yekem a kontrola zayînê vebû

  • 14:34 16 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Îro roja salvegera damezrandina klînîka yekem a zayînê ku ji aliyê parêstvana kontrola zayînê ya Emrîkî Hîggîns Sanger ve hat vekirin.
 
Hin bûyerên dîrokî ku vê rojê pêk hatine wiha ne:
 
1916: Parêstvana kontrola zayînê, nivîskar û damezrînera Yekitiya Kontrola Zayînê (American Birth Control League) Margret Sanger, klînîka yekem a kontrola zayînê li New Yorkê vekir. 
 
2015: Li gorî daneyên Rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li ser binpêkirina mafan li herêmê di 9 mehên sala 2015'an de di encama binpêkirina mafan de 24 jin û 23 zarok hatine qetilkirin. 
 
2017: Di semînera bi navê "Jin, malbat û civaka bi çîn" di pêşengiya Meclisa Jinan a Tebqayê de hat lidarxistin semînera bi naê "Netewa Demokratîk" hat nirxandin. 
 
2018: Li Pakistanê bi îdaya ku heqaret li ol kiriye derbarê jina bi navê Asya Bînî de biryara darvekirinê hat 
 
2019: Rapora Otopsiyê ya cenazeyê  Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef aşkera bû. Di raporê de hat aşkerakirin ku Hevrînê hatiye îşkencekirin.
 
2019: Women Defend Rojava, ji bo ku dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike kampanya da destpêkirin. Ji tevahiya cîhanê rêxistinên jinan, nivîskar û akademîsyenan piştgirî dan kampanyayê. 
 
2019: Jinên Îrlandî ji jinên di nava berxwedana Baur û Rojhilatê Sûryeyê de cih girtin re name şandin û gotin, "Em ji cesareta we hêzê digrin û ji bo ku em pitevaniya we bikin em ê  li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin."
 
2019: Rojnameger Berîtan Canozer di sala 2015'an de ji ber nûçeyên di dema qedexeya kolanan a li Sûra Amedê hat ragihandin şopandin derbarê wê de doz hatibû vekirin. Berîtanê ji daoza dihat darizandin beraet kir.