16'ê Cotmeha 1996'an: Klînîka yekem a kontrola zayînê vebû 2020-10-16 14:34:04   Îro roja salvegera damezrandina klînîka yekem a zayînê ku ji aliyê parêstvana kontrola zayînê ya Emrîkî Hîggîns Sanger ve hat vekirin.   Hin bûyerên dîrokî ku vê rojê pêk hatine wiha ne:   1916: Parêstvana kontrola zayînê, nivîskar û damezrînera Yekitiya Kontrola Zayînê (American Birth Control League) Margret Sanger, klînîka yekem a kontrola zayînê li New Yorkê vekir.    2015: Li gorî daneyên Rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li ser binpêkirina mafan li herêmê di 9 mehên sala 2015'an de di encama binpêkirina mafan de 24 jin û 23 zarok hatine qetilkirin.    2017: Di semînera bi navê "Jin, malbat û civaka bi çîn" di pêşengiya Meclisa Jinan a Tebqayê de hat lidarxistin semînera bi naê "Netewa Demokratîk" hat nirxandin.    2018: Li Pakistanê bi îdaya ku heqaret li ol kiriye derbarê jina bi navê Asya Bînî de biryara darvekirinê hat    2019: Rapora Otopsiyê ya cenazeyê  Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef aşkera bû. Di raporê de hat aşkerakirin ku Hevrînê hatiye îşkencekirin.   2019: Women Defend Rojava, ji bo ku dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike kampanya da destpêkirin. Ji tevahiya cîhanê rêxistinên jinan, nivîskar û akademîsyenan piştgirî dan kampanyayê.    2019: Jinên Îrlandî ji jinên di nava berxwedana Baur û Rojhilatê Sûryeyê de cih girtin re name şandin û gotin, "Em ji cesareta we hêzê digrin û ji bo ku em pitevaniya we bikin em ê  li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin."   2019: Rojnameger Berîtan Canozer di sala 2015'an de ji ber nûçeyên di dema qedexeya kolanan a li Sûra Amedê hat ragihandin şopandin derbarê wê de doz hatibû vekirin. Berîtanê ji daoza dihat darizandin beraet kir.