7'ê Cotmehê: Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin

  • 10:39 7 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Gurbetellî Ersoz di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da û wê demê şûn de her sal 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Kurd ên jin tê pîrozkirin.  
 
Hin ji pêşketinên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1934: Edîtora Rojnameya Konkret a çepgirên radîkal û yek ji damezrînera Fraksiyona Artêşa Sor Ulrîke Meînhof, di 7'ê Cotmehê de hat dinê.
 
1997: Gerînendeya Giştî ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz di 7'ê Cotmehê de li Herêma Federal a Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
 
2011:  Li Dîlokê jina trans R.Ç., ji aliyê birayê xwe  Fevzî Çetîn ve li nexweşxaneyê hat qetilkirin.
 
2013: Ji ber ku di 7'ê Cotmehê de Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da ev roj wekî Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin hat ragihandin.