7'ê Cotmehê: Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin 2020-10-07 10:39:54   Gurbetellî Ersoz di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da û wê demê şûn de her sal 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Kurd ên jin tê pîrozkirin.     Hin ji pêşketinên di dîrokê de îro wiha ne:   1934: Edîtora Rojnameya Konkret a çepgirên radîkal û yek ji damezrînera Fraksiyona Artêşa Sor Ulrîke Meînhof, di 7'ê Cotmehê de hat dinê.   1997: Gerînendeya Giştî ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz di 7'ê Cotmehê de li Herêma Federal a Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.   2011:  Li Dîlokê jina trans R.Ç., ji aliyê birayê xwe  Fevzî Çetîn ve li nexweşxaneyê hat qetilkirin.   2013: Ji ber ku di 7'ê Cotmehê de Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da ev roj wekî Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin hat ragihandin.