Li dijî nexweşxaneya Şehîr a Edenê bertek: Mafê xwegîhandina tenduristiyê wê zehmet be

  • 09:18 4 Cotmeh 2017
  • Tenduristî/Werzîş
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên Edenê bertek nîşanî Nexweşxaneya Şehîr a di rojên borî de hatiye vekirin dan û diyar kirin ku nexweşxane gelek dûr e û nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.  Jinan bi lêv kir ku nexweşxaneya zarokan jî hatiye girtin û birine Nexweşxaneya Şehîr û got di rewşên lezgîn de nexweşxaneyeke ku nêzî wan xizmetê bide tune.
 
Serokomar Tayîp Erdogan ku li her derê pesnê xwe yê ‘me di tenduristiyê de şoreş pêk anî’ dide roj bi roj mafê tenduristiyê biha dibe û mirov nikarin xwe bigihînê.  Li Edenê di 18’ê îlonê de Nexweşxaneya Deletê ya Şehîr ya 1550 nivîs hat avakirin û gelek nexweşxaneyên din jî bar kirin wir. Nexweşxane ji bajar gelek dûr e û welatî ji ber vê rewşê bi gazinc in. Jinan got nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û bertekên tund nîşan dan.
 
‘Tiştek bi zarokên me bê wê kî hesab bide?’ 
 
Hulya Gunebakanê bertek nîşanê rakirina Nexweşxaneya Welidîn û Zarokan ya li taxa Meydanê bû da û got 5 neviyên wê hene û rewşa wê ya aborî ne baş e. Hulyayê wiha berdewam kir: “Tiştek bi zarokekî bê heta  em bibin nexweşxaneya nû wê di rê de bimire.  Li şûna ku li taxê nexweşxane bihata zêdekirin, yên heyî jî birin wir.”
 
Hulyayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nexweşxaneya nû gelek dûr e û wiha pê de çû: “Nexweşên biçin beşan jî wê gelek zehmetiyan bikişînin.  Welatiyên wesayîtên wan tuneye ew ê çi bikin. Ma bila ev zarok bimirin?  Her kes nikare gazî ambulansê bike. Tiştek bibe wê kî hesab bide.”
 
‘Çi bi girîngiya tenduristiya gel hat?’
 
Asûman Mor ya astengdar e got gelek kes wek wê ne û ev tişt vegot: “Bi dehan welatiyên wek min hene. Bi rastî wê zehmetiyan bikişînin. Rewşa me ne baş e. Em encax dikarin debara xwe bikin. Niha em nikarin heqê rêya xwe bidin. Ev proje wê bibe sedema canê me û butçeya me.
 
Dermanfiroş Asli Çelîkê jî da zanîn ku wê bi vê projeyê re gelek mexduriyet bên jiyîn û bi sedan esnaf jî wê kepenkên xwe bigirin.
 
Fatma Golebakanê jî berteka xwe nîşan da û diyar kir ku ew teqez li dijî vê projeyê ne.