Ji ber vîrûsa korona di rojekê de 242 kes mirin

  • 12:41 13 Sibat 2020
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê ji ber vîrûsa korona (Covid-19) nava 24 saetan de 242 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêjmara miriyan bû hezar û 369.
 
Bîlançoya vîrûsa korona ya ku li bajarê Çînê Vûhanê derket holê û her diçe li gelemperiya Çînê û welatên din berbelav dibe roj bi roj girantir dibe. Di nava 24 saetên dawî de 242 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
 
Hat ragihandin ku di 14 hezar û 840 kesên din de vîrûs hatiye dîtin. Her wiha hêjmara kesên ku bi vîrûsê ketine derket 48 hezar û 206 kesan.