‘Em ê di sala 2020'an de karekî serkeftî û berfirehtir bi rê ve bibin'

  • 09:04 17 Çile 2020
  • Tenduristî/Werzîş
QAMIŞLO - Hevseroka nexweşxaneya dil û çav Gulistan Ezîz têkîldarê nexweşxaneya dil û çav axivî û got: "Hêviya ku gelê me ji me dike em ê li gor hêviya wan tev bigerin. Hêviya me jî ew e ku em di sala 2020'an de karekî hîn serkeftî û firehtir bi rêve bikin."
 
Nexweşxaneya Dil û Çav di 21'ê çileya 2019'an de li bajarê Qamişloyê dest bi xebatê kir. Bijîjkên pispor di nexweşxaneya dil û çav de kar dikin. Her wiha karmend û bijîşkên wê 24 seatan xizmeta gel dikin. Têkîldarî mijarê Hevseroka nexweşxaneya dil û çav Gulistan Ezîz nirxandin kir.
 
'Bijîşk 24 seatan xizmeta gel dikin'
 
Gulistanê di desTpêka axaftina xwe de bal kişand ser kêyfxweşiya gel a ji nexweşxaneya dil û çav û wiha pê de çû: "Pêwistiya gel ji bo nexweşxaneyek wiha pir hebû. Ji ber nexweşiya dil û çav gelek hesas e, ji bo ku gelê me neçin bajêrên dûr me jî pêwistî dît nexweşxaneyekê li bajarê xwe ava bikin. Niha jî di nexweşxaneya me de amûrên herî pêşketî hene. Bi giştî bijîşkên ku di vê nexweşxaneyê de kar dikin hemû pispor in û 24 saetan xizmeta gel dikin. Her wiha di nava gel de jî nexweşxaneya me tê nasîn û bi giştî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên nexweşxaneyê û xwe derman dikin."
 
'Di nexweşxaneyê de karmend, bijîşk û hemşîre ji jinan pêk tê' 
 
Gulîstanê wiha dewam kir: "Di nexweşxaneyê de rêveberî, lêpirsîn, dermanxane, odeya analîzê heye. Her wiha nexweşxane ji sê tebeqeyan pêk tê. Mudaxaleya lezgîn, beşên çav û dil û odeyên nexweşan. Me di nava salekê de nêzî  3 hezar emeliyatên dil kiriye û bi giştî jî bi rengekî serkeftî derbas bûye. Ya herî xweş û balkêş di nexweşxaneyê de piraniya karmend, bîjişk û hemşîre ji jinan pêk tê. Me di dema dawiyê de amûra nû kateterizasyona dil anî, feydeya vê amûrê gelekî heye. Me daxwaza cîhazê vekirina dil jî kiriye, wê di demek nêz de bigihêje destê me. Her wiha  hemû bijîşkên me li ser nexweşiya dil perwerdeyên taybet dîtine."
 
'Me di vî şerî de deriyê xwe ji birîndaran re vekir'
 
Gulistanê bal kişand ser şerê 9'ê cotmehê û wiha domand: "Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Me di vî şerî de deriyê xwe ji birîndaran re vekir. Me pêşwaziya nexweşan dikir û tedawiya wan dikir." 
 
'Em ê li gor hêviyên gelê xwe tev bigerin'
 
Gulistanê hêviyên xwe wiha anî ziman: "Dê her dem deriyê nexweşxaneya me ji bo gelê me vekirîbe. Hêviya ku gelê me ji me dike em ê li gor hêviya wan tev bigerin. Hêviya me jî ew e ku em di sala 2020'an de karekî hîn serkeftîdir û berfirehtir bi rê ve bibin."