Ji 8 jinan jinek penceşêra memikan hildigire

  • 09:01 14 Çile 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Medya Uren - Berîtan Canozer
 
AMED - Yek ji nexweşiyên herî belav û xetere penceşêra memikan e, ji 8 jinan jinek nexweşiya penceşêra memikan hildigire. Endama SES'ê Yekta Yildiz diyar kir ku ku êdî tedawiya nexweşiyê hesantir e û lê ji bo tedawiyeke baş divê teşîseke zûtir bê dayîn.
 
Cureya nexweşiya ku herî zêde tê dîtin penceşêra memikan e. Di roja me ya îro de ji 8 jinan jinek penceşêrê hildigire. Ev rêje diyar dike ku ji 100 kesan 10 kesî vê nexweşiyê dikevin. Di 20 salên dawiyê de bi teşiseke zû re ji nexweşiyê rizgarbûn pêkan e. Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Yekta Yildiz bal kişand ser nexweşiyê û diyar kir ku bi teşîseke zûtirin mirov dikare li hemberî nexweşiyê têkoşîn bide. 
 
Penceşêra memikan 
 
Yekta, di destpêka axaftina xwe de pênaseya penceşêra memikan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di nava tevina memikan de qenalên şîr hene. Di qenalan de peydabûna hûcreyên penceşêrê dibe sedemê penceşêra memikan. Bi zêdebûnê re hucreyên lenf û xwînê re derbazî lebetên din dibe. Ya girîn beriya ev hucreyên penceşêrê bi rêya lenf û xwînê derbazî lebetên din nebe divê bê teşîskirin. Lê bi teşîsê divê tedawî bê destpêkirin. Ji ber vê yekî teşîsa lezgîn hertim gelek girîng e."
 
‘Ji bo nexweşiyan xalên girîng’
 
Yekta, bal kişand ser faktorên nexweşiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Tîmarbûn, rewşa civakî, aborî, regel, zayîn û dermanên kontrolê yên welidînê faktorên herî girîng in. Ev nexweşî bêtir li ser jinê bi bandore, heke di nava malbatê de kesek wê nexweşiyê derbaz kiribe dibe ku vê nexweşiyê wergire. Kesên temenê wan mezin li gorî kesên din bêhtir talukeya girtinê hildigirin. Li gorî daneyan ji sedî 20 jinên ku çermê wan sipî ji yê çermê wan reş bêhtir talukeya girtina nexweşiyê hildigirin. Penceşêra memikan ji sedî 5 û 10 genetîk e."
 
Yekta, destnîşan kir ku genên ku xerab (mutasyon) yên malbatê dibe sedem ku ev nexweşî derkeve holê. Beriya temenê 15'an de radyoterapî dîtin talukeya girtina penceşêrê ji sedî 35 zêde dike. Ji 3 jinan 2 jin di temenê 55’an de bin xetereya vê nexweşiyê heye. Mezinbûna temen û rewşa jiyanê di nava deme de bandora penceşêrê diguherîne. Demên dirêj bi karanîna çixareyê, ji sporê dûrketin faktorên herî girîng yên dibin sedemê penceşêrê ye. Divê em ji bîr nekin ku jinên dûcanî di xetereya nexweşiyê de nin."
 
Nîşaneyên sereke
 
Yekta, diyar kir ku divê her jinek bedena xwe baş nas bike û wiha dom kir: "Divê jin bedena xwe baş nas bike û bi taybetî jî memikên xwe. Divê her tim piştî reglê, ger ku regl nebe jî mehê carekê divê memikên xwe kontrol bike. Di memikan de girseyên bi demê re mezin dibe, şeklekî hişk ku dikare were tev dan yan ji carnan sabît radiweste hene, mezinbûn û guherînekî ber bi çav hebe divê serî li nexweşxanayê bide. Li ser çerm sorbûn, reşbûn, birin, mezinbûn, ketina xwar, girseyên biçûk û belave, xalên mîna mortaqalê, di bin çengan de guherîn û ji sere memik xwîn hatin nîşaneyên girîng in."
 
‘Tedawî êdî hesan e'
 
Yekta Yildiz da zanîn ku di pêvajoya nexweşiyê de teşîs û tedawî girîng e û wiha bilêv kir: "Di vê pêvajoyê de teşîs û tedaviya penceşêrê hîn hêsantir bûye. Tişta herî tirsnak a ku jin jê bandor dibin windakirina memikan e. Lê roja îro de bi pêşketina rêbazên tedaviyê re bêyî memik were jêkirin tedawî tê kirin. Ev ji bi teşîseke zû re beriya ku nexweşî belav bibe dikare were tedavî kirin. Penceşêra memikan piştî menepozê kêm tê dîtin, bi zêdahî beriya menepozê jin rastî nexweşiya penşêra memikan tên. Êdî ferqkirina nexweşiyê jî gelek hêsan e. Jin dikarin muaneya xwe bi xwe jî bikin. He wiha divê her meh ev muayene pêk bê ku ji guherînê agahdar bibe û bikeve ferqê." 
 
‘Berê her tiştî tenduristî’
 
Yekta di axaftina xwe ya dawiyê de çend hişyarî kir û wiha bi dawî kir: "Divê em xwe ji kîloyên zêde biparêzin. Tedawiyeke bi tendurist, meş û di dema teşîsê de li gorî rêbaza tedaviye tevgerîn xalên herî girîng in. Lê jin her tim di van mijaran de xemsar in. Divê destpêka her tiştê em tenduristiya xwe biparêzin. Em divê bedena xwe baş nas bikin û baş nêz bibin. Bi awayekî giştî rêjeya nexeşiya penceşêrê zêdebûye. Lê divê mirova netirse demildest serî li nexweşxaneyan bidin."