Li Rihayê dest dirêjî zarokekê hat kirin

  • 13:36 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Serêkaniyê dest dirêjî zarokekê hat kirin.
 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dest dirêjî zarokekê hat kirin. Welatiyê li taxa Mehmet Akîf Ersoyê bi bûyerê hesiyaye, qeyda dîmenê girt. Di dîmenan de tê dîtin ku zilamekî derdora 70 salî, dest dirêjî zarokê dike. Welatiyên li derdor bertek nîşanî faîl dan. 
 
Hat destnîşankirin ku faîl kalikê zarokê ye. Derbarê binçavkirina faîl de tu agahî nehatin bidestxistin.