Berxwedana gel a li dijî DEDAŞ’ê didome

  • 18:36 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN- Berxwedana gundiyên li taxa Ewêna ya navçeya Stewr a Mêrdînê ya li dijî DEDAŞ’ê didome.
 
Li navçeya Stewr a Mêrdînê li gundê Ewêna welatî ji 22’ê tebaxê heta niha  li dijî ekîbên Belavkariya Ceyrana Dîcle A.Ş (DEDAŞ) û leşkeran ku dixwazin sayacên ceyranê bibin ser dîrekan,  berxwe didin. Di saetên sibehê de bi ser gunde hat girtin û li ser vê gundî carek din bi dirûşmeyên ‘berxwedan jiyane’ û ‘bijî berxwedana Ewêna’ daketin kolanan.
 
Leşkeran bi mertal û wesayîtên zirxî li cihê meşê barîkat ava kirin û welatiyan li ser riya Ewêna-Stewrê bi keviran barîkat ava kirin.
 
Heyetên DBP û DEM Partiyê çûn serdana gundian. Heyeta bi midûrê DEDAŞ’ê Halîl Homan re hevdîtin kirin û DEDAŞ’ê ji bo gundiyan pêşniyara ‘ji bo paşerojê wê tu kirariya ceza neyê kirin’ kir lê gundiyan ev pêşniyar qebûl nekirin û gotin wê berxwedanê bidomînin.