Narîn a 8 salî 4 roj in winda ye

  • 15:25 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Ji Narîn Gûran a 8 salî ya li Amedê winda bû 4 roj in tu agahî nayê girtin.
 
Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlye yê navçeya Rezana Amedê winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê yên cendirme û AFAD'ê hê jî nehatiye dîtin. Di roja çaremîn a lêgerînê de derket holê ku terlika wê ku bi qasî 3 kîlometre dûrî mala wê hatine dîtin aîdî Narînê ne.
 
Hat diyarkirin ku lêgerîna Narînê didome.