CFWIJ: Pêwîste lêpirsîn derbarê berpirsên êrişê de were kirin

  • 14:58 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Jinên Ragihandkar (CFWIJ) êrişa li dijî rojnamevanên çapemeniya azad şermezar kir û got: “Derbarê hemû kesên ji êrişê berpirsin de divê lêpirsîn were destpêkirin.”
 
Hevpeymaniya Jinên Ragihandkar (CFWIJ) li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî êrişa duh a li ser rojnamevanên çapemeniya azad daxuyaniyek belav kir. CFWIJ di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew ji ber şehadeta her du rojnamevanên jin bi fikarin û dibêje: “Ji ber her du rojnamevanan rastiyê diparastin hatin qetilkirin.”
 
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Ev êrişeke tirsoneke û tûndûtijiye. Em wek CFWIJ sersaxiyê ji malbatên hevkarên xwe yên jiyana xwe ji dest dane re dixwazîn. Pêwîste artêşa Tirk dawî li hedefgirtina rojnamevanên Herêma Kurdistanê bîne. Daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de dadperwerî pêkwere û lêpirsîn derbarê hemû kesên ji êrişê berpirsin de were destpêkirin.”