Li Dihokê êrişî wesayîteke sivîlan hat kirin

  • 14:55 24 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dihokê êrişî wesayîta malbatek ereb hat kirin û hat diyar kirin ku birîndar hene.
 
Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, dewleta Tirk li sînorê Dihokê wesayîtek sivîlan kiriye hedef. Çavkaniyê ragihand ku wesayît ya malbatek Ereb bû ku ji bo geştiyariyê berê xwe da bû herêmê. Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de birîndar hene û heya niha encama ziyanan nehatiye zanîn.
 
Hêjayî gotinê ye ku duh jî dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê êrişî wesayîta rojnamevanan kiribû û di encamê de, du rojnamevanên çapemeniya azad şehîd bibûn û 6 jî birîndar bibûn.