RSF: Divê rojnamegerên kurd bên parastin

  • 11:11 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ragihand ku divê rayedarên Tirk derbarê qetilkirina rojnamegeran de hesabê bidin.
 
Duh dewleta Tirk li sînorê Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi balafirek bê mirov û bi çek wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojek piştî hişyariya RSF’ê ya derbarê zêdebûna tundiya beramberî rojnamevanên li Herêma Kurdistanê, 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin. Di 23’yê Tebaxê de di encama êrişa bi dronan hatî pêkanîn de Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û Rêbîn Bekir jî birîndar bû. Her sê rojnamevan jî di qenalê Stêrk TV ku girêdayî Kompanyaya Çetir xebatên xwe dimeşandin.
 
Li gorî şahîdan, li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê wesayîtek ji aliyê dronekê ve hatiye hedef girtin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê ji Agence France-Presse’ê (AFP) re ragihandiye ku êriş ne ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye pêkanîn."
 
Her wiha heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Berpirsê Buroya RSF’ê ya li Rojhilata Navîn Jonathan Dagher di derbarê mijarê de wiha ragihandiye: “Bi qetilkirina sê rojnamevanan tenê di nava du mehan de, Herêma Kurdistanê, di cîhanê de bûye yek ji cihên herî metirsîdar ji bo rojnamevanan. Em vê êrişa ku bûyî sedema mirina Hêro Behadîn û Gulistan Tara, şermezar dikin. Em bang li rayedarên Kurd dikin ku bi hemû hurguliyên wê ve vî sûcê ku li ser xaka wan hatiye kirin eşkere bikin. Divê rayedarên Tirkiyê hesab bidin; Daxuyaniya Wezareta Parastinê têrê nake. Divê rojnamevanên Kurd werin parastin û ji bo Hêro Behadîn û Gulistan Tara divê edalet were pêkanîn.”