ROJIN qetilkirina rojnamegeran şermezar kir

  • 11:11 24 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJIN’ê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ya li dijî rojnamevanan banga berpirsyariyê li çapemeniya navneteweyî, saziyên mafên mirovan û rêxistina jinan kir û got: “Em ê bi weşangeriya xwe ya azad hesab bixwazin.”
 
Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) ji bo şermezarkirina êriş û qetilkirina rojnamevanan daxuyaniyek nivîskî da. 
 
Daxuyanî wisa ye:
 
“Di êrişa bombeyî ya ku dewleta Tirk duh serê sibehê li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê li dijî wesayîta rojnamevanên kurd pêk anî de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Di êrîşê de berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
 
Em êrîşa suîqestê ya li dijî rojnamevanên Kurd ên li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ku di 23'ê Tebaxê de bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji raya giştî re radigihînin ku em ê hesab ji wan bipirsin. Em ji malbatên hevpîşeyên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û xebatkarên çapemeniya azad re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.
 
Êrişa suîqestê ya Seyîdsadiqê, di salvegera êrişa li dijî ekîba JIN TV’yê ya 23’yê Tebaxa 2023’yan de ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê pêkhatin, ne bûyereke tesadûfî ye. Qetilkirina Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê û Edîtora Kovara Jîneolojiyê Rojnamevan-Akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyeyê, cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Peşxan Ezîzî ji aliyê rejîma Îranê di 23'yê Tîrmehê de hatî birîn û herî dawî hedefgirtina hempîşeyên me yên di êrîşa Seyîdsadiq de nîşan dide ku desthilatdarî hewl dide ser rastiyan bigirin. Di 8’ê Tîrmehê de qetilkirina xebatkarê Çira FM'ê Mûrat Mîrza Îbrahîm li Şengalê jî encama heman hewldanê ye.
 
Dewleta Tirk li aliyek li dervî sînorên xwe rojnamevanên ku rastiyê dişopînin qetil dike û li aliyê din li welat vê polîtîkayê bi binçavkirin, girtin, şîdet û zextan didomîne.
 
Weke ROJIN, em careke din dixwazin vê rastiyê bibîr bînin: Hûn nikarin bi êriş, zext û komkujiyan rojnamevanên ku daxwazên demokratîk û azadîparêz ên civakê radigihînin û ji bo ragihandina rastiyê her şêwe xeteriyan digirin berçavan bitirsînin. Hûn nikarin pêşî li çapemeniya azad a ku rastiyan dişopîne bigirin. Hûn nikarin, jinên rojnamevan ên ku dibin dengê jinên ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ diherikin qadan bitirsînin û bi paş ve gav bidin avêtin. Em ê rastiyên ku hûn hewl didin veşêrin, bi fikir, pênûs û kamerayên xwe derxin holê. Bi weşangeriya xwe ya azad re em ê hesabê hempîşeyên xwe bixwazin. Em weke hempîşeyên Rosîda, Gulîstan û Hêro, berdêl çi dibe bila bibe em ê rastiyê bişopînin, raya giştî agahdar bikin û polîtîkayên qirêj deşîfre bikin.
 
Em bang li çapemeniya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan dikin ku li dijî polîtîkayên şer û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan, bikevin nava tevgerê.
 
Em ê bîranîna hempîşeyên xwe bi weşangeriya xwe ya wêrek zindî bihêlin û em ê bibin deng û gotina jin û civakê ku ji bo wan canê xwe feda kirine."